Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Bersiva Koreya Bakur da: Emê bi Serfektî Heqê Sûprîza Wan Bidin



Ji Koreya Bakur, hefteyen borî peyamek belav bû ku wekî Amerika dixwaze bi hevdîtinên li ser mijara navokî heta hilbijartinên serokatiyê ya Amerîka, Pyonyangê eware bike.

Berpirsê Têkilîyên bi Amerîkayê, yê Wezareta Derve ya Koreya Bakur Ri Thae Song di daxuyanîyekde gotibû "Jibo Krîstmisê dîyarîyek çawa dixwaze êdî ew tercîha Amerîkayê ye."

Ev gotin weke gefxwarîn hat dîtin û Fermandarên Amerîka peyamê weke îşareta destpêkirina ceribandina mûşekên navokî yên dûravêj şîrove kiribûn.

Serok Trump bersiva gefa Koreya Bakûr da û got "Emê bi serfektî heqê sûrprîza wan bidin."

Di dewamiyê de Serok Trump got " Dibe ku di ciyê ceribandina mûşekan, guldanek xweşik ji min re bişînin."

XS
SM
MD
LG