Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Hewce Bike Emê Dijî Koreya Bakur Hin Toleyên Din Ragihînin


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku hilcivîna bi Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un re bo destpêkirinê amade ye.

Trump ew agahî li Qesra Sipî, di hevdîtina bi Serokwezîrê Japonya Shinzo Abe de got.

Trump da zanîn ku bi Abe re derbarê Koreya Bakur û bazirganîyê axifîye.

"Hilcivîn bo destpêkirinê amade ye. Mijar her tim dibe ku biguhere. Kes nizanê ewê çi biqewime li vê dinê" Trump got.

Abe jî da zanîn ku ew hêbî dike ku hilcivîn li Asya Bakurê Rojhilat guherînekê çêke.

Serok Trump dîyar kir ku divê Koreya Bakur dest ji çekên navokî berde û da zanîn ku ger hewce bike ewê Amerîka pirtir toleyan ragihîne.

Hilcivîna Trump û Kim Jong Un dê di 12'ê Hezîranê de li Sîngaporê li dar keve.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG