Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Rexne li Medya Amerîkî Digire ku Rewşa Vîrusa Korona Xirabtir Nîşan Didin


Serokê Amerîka Donald Trump îro Çarşemê du kanalên Amerîkî tawanbar kir ku nûçeyên derbarê vîrusa korona bi awayekî xirab radigihînin û loma jî dibin sedema bandorên neyênî yên ser bazarên darayî.

“CNN û MSNBC hemî tiştên ji destê wan tên dikin ku rewşa vîrusa korona xirabtir nîşan bidin û di nav bazarên darayî de tirs û panîk çêkin.” Trump ji ser Twitterê ragihand.

Her du kanal wek rexnegirên Trump tê dîtin û di rojên dawî de sîyaseta rêvebirîya Trump ya derheqa amadebûn û pêşîgirtina vîrusa korona sist û lawaz dibînin.

Trump zelal nekir ku ew ji çi yê weşana wan her du kanalan nerazî ye, Qesira Sipî ragihad ewê îro preskonferansnekê li ser vîrusa korona li dar bixe.

Navendên Kontrolkirin û Pêşîgirtina Nexweşîyan ya Amerîka (U.S. Centers for Disease Control) do Sêşemê hişyarî dabû ku pêkan e ku ew vîrus di demeke kurt de li Amerîka jî belav be.

Qesira Sipî ragihandibû ku ewê bo têkoşîna dijî vîrusa korona ya bi navê Covid-19 ji Kongresê 2,5 mîlyar dolar bixwaze.

Berdevikê Ofîsa Budçe û Rêvebirinê Rachel Sammel bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kiribû ku rêvebirîya Trump bi awayekî cidî ser Covid-19 disekine û ewê 1 mîlyar dolar bo çêkirina dermanê Covid-19 xerc bikin.

Demokratên Kongresê jî bang li rêvebirîya Trump kiribûn ku dijî vîrusa korona tedbîrên girîng bigire.

Trump dabû zanîn ku Covid-19 li Amerîka di bin kontrolê de ye û ew bi welatên din re danûstandinê dikin.

XS
SM
MD
LG