Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Ez ji Testa Vîrusa Korona Natirsim, lê Hewce Nake


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ew ji testa vîrusa korona natirse, lê ew hewce jî nake.

Trump li Washingtonê gava pirsên rojnamevanan bersîvandin da zanîn ku doktorê Qesira Sipî ji wî re gotiye ku test ne hewce ye.

‘’Ez xwe pir baş hîs dikim. Herhal bo min test ne tiştekî ewqas dijwar e, ez dikarim bikim.’’ Trump got.

Ew bi endamên Kongresê yên xwe jiber gumana vîrusa korona xistine bin çavdêrîyê re axifî.

Sê endamên Kongresê piştî li kesên li dora wan vîrusa korona hatibû tespîtkirin, ketibûn bin çavdêrîyê.

Her sê endamên Kongresê di rojên borî de bi Trump re kom bûbû û medya Amerîkî guman biribû ser saxlemîya wî.

Vîrusa korona li Amerîka heta niha ketiye canê 754 kesan û 28 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG