Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Em Bawer Dikin ku Perpûna Vîrusa Korona Heta Dawîya Salê Hazir Be


Donald Trump li bernameya Fox Newsê

Serokê Amerîka Donald Trump texmînên ser hejmara kesên dê jiber vîrusa jîyanên xwe ji dest bidin zêdetir kir.

Trump ji Fox News’ê re dîyar kir ku ‘’bi qasî 75, 80, 100 hezar kes’’ dê jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest bidin.

Wî di rojên borî de dabû zanîn ku jiber şewba korona dê li dora 60-70 hezar kes bimirin.

Serokê Amerîka derbarê perpûna vîrusa korona jî got ku ew bawer dikin ku ewê wê heta dawîya vê salê hazir bikin.

Trump herwiha ser paketên alîkarîya aborî jî dîyar kir ku dibe ku ew ji 3 trîlyon dolar pirtir be û da zanîn ku pirtir alîkarî jî dê were.

Li gor agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Amerîka pirtir ji 1,150,000 pêketîyên vîrusa korona hene û 67,682 kes bi wê mirine.

Hin pispor dibêjin ku divê rewişên karantînayê bidomin, lê Trump dîyar kir ku divê kompanî vegerin ser karên xwe û aborî bimeşe.

Li ber e ku 30 ji 50 eyaletên Amerîka vê hefteyê tedbîrên dijî vîrusa korona sist bikin.

Trump dîyar kir ku ew bi walîyên eyaletên re danûstandinan dikin û ewê ji vîrusa korona bi temamî bifilitin û gel vegerînin ser karên wan.

XS
SM
MD
LG