Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Ezê bo Vîrusa Korona Her Roj Xwe Test Bikim


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku wî heta niha her hefte testa vîrusa korona dikiriye lê ew dê êdî her roj xwe test bike.

Trump got ku ti danûstandin wî û leşkerê artêşê yê testa wî ya vîrusa korona pozîtîf derketiye, çênebûye.

Qesira Sipî dabû zanîn ku leşkerekî artêşa Amerîka yê li avahîya Qesira Sipî kar dike bi vîrusa korona ketiye û Trump û cîgirê wî Mike Pompeo testa vîrusa korona kirine û ew test neyênî derketine.

Di serê Adarê de jî karmendekî li cem Mike Pompeo dixebite bi vîrusa korona ketibû.

Jêderên Qesira Sipî dibêjin ku Trump û Pence bo vîrusa korona xwe test dikin û xebatkarên qesirê jî tedbîran distînin.

XS
SM
MD
LG