Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Kapasîteya Amerîka ya Testa Vîrusa Korona Bêhempa Ye


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku kapasîteya wan ya testa vîrusa korona ‘’bêhempa’’ ye.

Trump da zanîn ku li Amerîka rojane 300,000 testên vîrusa korona têne kirin.

Li ser pirsa ‘’Hemwelatîyên Amerîka dê kengî karibin wek payabilindên Qesira Sipî rojane testên vîrusa korona bikin?’’, Trump got ku ‘’Di demeke pir nêz de’’

Wî derbarê sistkirina tedbîrên dijî vîrusa korona jî dîyar kir ku ‘’coşeke mezin’’ çêbûye û da zanîn ku walîyên hin eyaletan ‘’hêdî’’ tevdigerin.

Trump got ku di ser rêjeya pêketîyên vîrusa korona û mirinên jiber wê, rewişa Almanya û Amerîka li gor dewletên din baş e.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê pirtir ji 1,340,000 kes bi vîrusa korona ketine û 80,087 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG