Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Hejmara Pêketîyên Korona jiber Piranîya Testan Zêde Ye


Serokê Amerîka Donald Trump li Tulsa ya eyaleta Oklahoma mîtînga hilbijartinê li dar xist.

Donald Trump ji destpêka şewba vîrusa korona vir ve cara pêşî mîtîngek çêkir, lê jiber wê vîrusê beşdarîya bo mîtîngê kêm bû.

Trump di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna dijî vîrusa korona û dîyar kir ku jiber piranîya testan hejmara pêketîyan zêde ye.

Vîrusa korona, li Amerîka heta niha ketiye canê pirtir 2,2 mîlyon kesan û 119,000 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

‘’Ger hûn ewqas pir testan bikin hûnê pir pêketîyan tespît bikin. Jiber wê min ji tîma xwe re got ku ji kerema xwe re testan kêm bikin.’’ Trump got.

Wî da zanîn ku bi têkoşîna wan ya dijî vîrusa korona bi mîlyonan kes ji mirinê filitîne.

Karbidestekî Qesira Sipî piştî mîtîngê ser gotinên Donald Trump îdia kir ku wî tinazên xwe bi medya kiriye û da zanîn ku ew serbilind in ku wan heta niha pirtir ji 25 mîlyon testên vîrusa korona kirine.

Serok Trump, ku jimareke caran bo vîrusa korona gotibû ku ‘’vîrusa Çînê’’ ye di mîtîngê de ji di ser Kung Fu ya wî welatî re got ku ‘’Kung Flu (grîp)’’ û jiber şewbê çareke din Pekîn tawanbar kir.

Trump derbarê bangên bo qutkirina budçeyên polîsan jî axifî û da zanîn ku jiber ku ew bêwate ye ewê karekî wisa nekin. Wî tevger û protestoyên bo mafên reşan jî rexne kir û îdia kir ku medya girjîya li Amerîka gurtir dike.

Wî medya jiber nûçeyan ser saxlemîya wî jî rexne kir û got ku ew hemî nûçe derew in.

XS
SM
MD
LG