Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Dibe ku Perpûna Vîrusa Korona Berî Hilbijartina Seroktîyê Hazir Be


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku dibe ku perpûna vîrusa korona berî hilbijartina seroktîyê ya 3’ê Mijdarê hazir be.

Trump di bernameyeke radyo de li ser pirsa ‘’Ewê perpûna vîrusa korona kengî hazir be?’’, berê got ku ‘’Dibe ku berî dawîya vê salê were dîtin’’ û dûre jî got ku ‘’Belkî berî hilbijartinê yan jî tam di wan deman de.’’

Li ser pirsa ‘’Ewê dîtina perpûna vîrusa korona bandora jinûve hilbijartina te bike yan ne?’’ jî, Trump got ku ‘’Ez vê bo hilbijartinê nakim, dixwazim gelek însanan ji mirinê bifilitînim’’

Serokê Enstîtuya Neteweyî ya Alerjî û Nexweşîyên Enfeksîyonî Anthony Fauci roja Çarşemê gotibû ku dibe ku perpûneke kêrhatî ya vîrusa korona heta dawîya salê were hazir kirin.

Wezîrê Saxlemî ya Amerîka Alex Azar dîyar kir ku xebatên wan yên ser çêkirina perpûna vîrusa korona bi sîyasetê re ne eleqedar e, lê neda zanîn ku ewê perpûn heta 3’ê Mijdarê were hazir kirin yan ne.

Ji alîyê din ve Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ser ‘’neteweperwerîya perpûnê’’ hişyarî kir.

Serokê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus dîyar kir ku ger welatên pêşdeçûyî gava perpûnê bibînin bidin welatên feqîr ewê kêrî wan were.

Ghebreyesus da zanîn ku ger welatên feqîr perpûnê bi dest nexin bo ti welat ewlekarî çênabe.

Wî got ku bo cîhan xwe zû topî ser hev bike divê hevkarî hebe û got ku aborîyên hemî dewletan girêdayî hevdu ne.

XS
SM
MD
LG