Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dîyar Dike ku Ew û Hevjîna Wî bi Vîrusa Korona Ketine


Serokê Amerîka Donald Trump ji Twitterê ragihand ku ew û xanima wî Melania Trump bi vîrusa korona ketine.

Trump da zanîn ku ewê bi lezgînî dest bi peyvajoya karantînê bikin.

‘’Îşev, testa Xanima Yekê û ya min ya COVID-19 pozîtîf derket. Emê bi lezgînê dest bi peyvajoya karantîn û dermankirinê bikin. Emê TEV vê têk bibin.’’ Trump nivîsî.

Doktorê Qesira Sipî Sean P. Conley bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku rewişa Serok Donald Trump û Xanima Yekê Melania Trump rind e û ewê di peyvajoya karantînê de li qesirê bimînin.

Conley da zanîn ku ew li bendê ye ku Trump di peyvajoya karantînê de karên xwe bidomîne.

Qesira Sipî ragihand ku hemî çalakîyên Serok Trump hatine betal kirin.

Trump berî ragihîne ku ew bi vîrusa korona ketiye gotibû ku jiber ku şêwirmenda wê Hope Hicks bi vîrusê ketiye, wî û xanima wî testa vîrusa korona kiriye.

Hope Hicks, bo dîbeyta bi berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden re, bi Serok Trump re bi firokê çûbû Clevelandû û dûre jî bi wî re derbazî Minnesota bûbû.

XS
SM
MD
LG