Serokê Amerîka Donald Trump îro Sêşemê danûstandinên ser qanûna alîkarîya bo vîrusa korona yên bi qanûndanerên Demokrat re, heya piştî hilbijartina seroktîyê betal kir, tevî ku hejmara pêketinên korona li gelek cîhan bilind dibe.
Trump rojeke piştî derketina ji nexweşxaneyê, ku jiber COVID-19 hat derman kirin, ser qanûna alîkarîya bo vîrusa korona li ser Twitter daxuyanî da.
"Min nûnerên xwe agahdar kir ku danûstandinan heya piştî hilbijartinê bidin rawestandin. Piştî ku ez serketî bim, emê yekser qanûna Stimulus Bill derbaz bikin ku piştgirî bide Amerîkîyên kedkar û Karsazîyên Biçûk," Trump got.