Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump bo Kempeyna Hilbijartinê Serdana Michigan û Wisconsinê Dike


Berbijarê Partîya Demokrat Serok Donald Trump bo kempeyna hilbijartinê serdana eyaletên li rojavayê navîn kir.

Serok Trump çû Michigan û Wisconsinê ku wî ew der di hilbijartinên çar salên berê de ji destê Demokratan sitandibû.

Trump di mitînga li Lansing ya paytexta Michiganê de bal kişand ser aborîyê.

‘’Ew hilbijartin bo aborîya Michiganê hilbijartina man û nemanê ye’’ Trump got.

Ew ser vîrusa korona jî axifî û dîyar kir ku medya dixwaze bi nûçeyên ser wê şewbê gel bitirsîne. Wî da zanîn ku berpirsa vîrusa korona Çîn e û dîyar kir ku ger ew careke din were hilbijartinê ewê dijî wî welatî bacên giran yên gumrukê ragihîne.

Çaverê ye ku Trump di dawîya heftê de ji eyaletan serdana Nebraska û Maine bike. Li ber e ku Trump di 48 saetên dawî yên kempeyna hilbijartinê de 11 mîtîngan li dar xe.

XS
SM
MD
LG