Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Ser Navbeynkarîya bo Tirkîye û Kurdan Axifî


도널드 트럼프 미국 대통령이 9일 백악관에서 연방 규제 관련 행정명령에 서명한 후 연설하고 있다.
도널드 트럼프 미국 대통령이 9일 백악관에서 연방 규제 관련 행정명령에 서명한 후 연설하고 있다.

Serokê Amerîka Donald Trump ji Twitterê gotinên xwe yên ser operasyona Tirkîyê ya dijî bakurê Sûrîyê domand.

Trump da zanîn ku wan Dewleta Îslamî (DAIŞ) 100 ji sedê têk biriye û dîyar kir ku li herêma ku Tirkîyê êrîşê dike, ti leşkerên wan tune ne.

‘’Li pêş me sê rê hene. Serketina leşkerî, ragihandina toleyan dijî Tirkîyê yan jî navbeynkarîya di navbera Tirkîye û Kurdan de’’ Trump nivîsî.

Wî piştre li baxçeyê Qesira Sipî pirsên rojnamevanan bersîvandin.

Serokê Amerîka got ku ew hêvî dikin ku di navbera Tirkîye û Kurdan de bibin navbeynkar.

Trump bi berdwamî dîyar kir dibe ku ew dijî Tirkîyê toleyên giran ragihînin.

XS
SM
MD
LG