Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Peywendîyên Me û Kurdan Pir Baş In


Serokê Amerîka Donald Trump û Serokwezîrê Îraqê Mustafa El Kazimî li Qesira Sipî kom bûn.

Her du rêberan berî civînê pirsên rojnamevanan bersîvandin.

Trump, li ser pirsa rojnamevanekî, ku got ''Li gor we, rola Kurdan li Îraqê çawa ye? Bo peywendîyên Bexda û Erbîlê girîngîya wan çi ye?'' dîyar kir ku peywendîyên wan û Kurdan baş in.

''Kurdan di têkbirina Dewleta Îslamî de (DAIŞ) alîkarîya me kir. Peywendîyên me û wan pir baş in.'' Trump got.

Wî da zanîn ku wan li Sûrîyê jî bo parastina petrolê hin leşkerên xwe hiştine û got ku ewê bi Kurdan re ser petrolê tiştekî wek peymanê çêkin.

Trump da zanîn ku li Îraqê kêm lêşkerên wan mane, ew li bendê ku li wê derê pêwîstî bi yekîneyên wan nemîne û dîyar kir ku ger Îran mudaxeleyî Îraqê bike ewê bo alîkarîya wî welatî hazir bin.

El Kazimî jî di preskonferansê de ser operasyonên Tirkîyê yên li ser axa Îraqê axifî.

Wî dîyar kir ku ew operasyon nayên qebûl kirin û ew dixwazin kêşeyên bi Tirkîyê re bi dîyalogê çareser bikin.

Serok Trump da zanîn ku peywendîyên wî bi Tirkîye û serokomarê wî welatî Recep Tayyîp Erdogan re baş in û ewê bi karbidestên wan re wî wî welatî re biaxifin.

Qesira Sipî ser hevdîtina Trump û El Kazimî daxuyanîyek belav kir.
Di daxuyanîyê de hat gotin ku koalîsyona cîhanî ya bi pêşengîya Amerîka û karbidestên ewlekarîyê yên Îraqê, Dewleta Îslamî (DAIŞ) têk birine û ew hevkarîyê, dijî wê rêxistinê û gefên din jî didomînin.

XS
SM
MD
LG