Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje ku Ew Kurdan Tenê Nahêlin


Serokê Amerîka Donald Trump îro Sêşemê got ku ew dest ji Kurdan bernadin. “Dibe ku em di peyvajoya derketina ji Sûrîyê bin, lê me bi ti awayî Kurd tenê nehiştine jiber ku ew gelekî hêja û şervanên behempa ne. Ew alîkarîya diravî û çek didin wan”

Trump herwiha da zanîn ku Tirkîye hevbendeke girîng û şirkeke wan ya bazirganî ye û peywendîya wan baş e.

“Têkîlîya me bi Tirkîyê re, ku hejmareke mezin ya Kurdan li wî welatî dijîn, baş e. Ew baş tedigehin ku ger ew şerekî ne hewce û bi dara zorê bikin, emê ekonomîya wan hilweşînin.”

Trump da zanîn ku Serokê Tirkîyê Erdogan dê li ser vexwandina wî di 13’ê Mijdarê de were Amerîka.

XS
SM
MD
LG