Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Macron Ser Têkbirina DAIŞ'ê Axifîn


Serok Donald Trump û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron bi rêka telefonê ser têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) axifîn.

Qesra Eylsee bi daxuyanîyekê ragihand ku her du rêber ser bi her awayî tunekirina DAIŞ’ê peyivîne.

‘’Fransa û Amerîka, biryar daye ku tevî civaka navneteweyî heta dawîyê dijî DAIŞ’ê şer bike. Ti tişt, divê rê li ber astengkirina vejîna DAIŞ’ê û çêkirina çareserîyeke berfireh ya bo Sûrîyê negire.’’ di daxuyanîyê de hat gotin.

Qesra Sipî jî ser axaftina her du rêberan daxuyanîyeke kin weşand.

‘’Serok Trump îro bi Serokomarê Fransa Emmanuel Macron re, ser serdana wî ya bo Washingtonê axifînî. Her du serok her wiha ser têkbirina DAIŞ’ê bi temamî jî axifîn.’’ di daxuyanîyê de hat gotin.

XS
SM
MD
LG