Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Rexneyên Tund li Macron Digire


Serokê Amerîka Donald Trump îro Sêşemê bi devkî êrîş bir ser Fransa û Serok Emmanuel Macron û got ku piştevanîya civak ji wî re kêm e û Fransa bi têra xwe dirav naherikîne budceya NATO.

"Emmanuel Macron pêşnîyar dike ku Ewrupa bo parastina xwe li dijî Amerîka, Çîn û Rûsya artêşeke nû ava bike, lê yak u bûye sedema du şerên cîhanê Almanya bû. Ew şer çi anîn serê Fransa? Fransî, heta ku Amerîkî giheştin hawara wan, mecbur diman ku bi Almanî hîn bin. Yan piştgirîya NATO bike yan ne!"

Trump pir caran hevalbendên Amerîkî yên NATO rexne dike ku negiheştine armanca zêdekirina budceya berevanîyê ku li gor wê divê her encam 2 ji sedê budceya xwe, jibo wê hevalbendîyê veqetîne.

Niha 8 ji 29 dewletên endamên NATO giheştine wê armancê û rêjeya Fransa jî 1.82 de ye. Beramber wê yekê, Amerîka 3.1 ji sedê budceya xwe ya giştî ji NARO re vediqetîne.

Trump xwe wek "neteweperwer" bi nav dike û dibêje berî her tiştî berjwendîyên Amerîka girîng e. Lê, Macron, roja Yekşemê bi hazirbûna Trump, neteweperestî rexne kiribû û û ew wel "xiyaneta welatperwerî" bi nav kiribû.

XS
SM
MD
LG