Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: CDC Banga Karanîna Maskeyan Dike


Serok Donald Trump dîyar kir ku Navenda Amerîkî ya Kontrolkirin û Nehîştina Nexweşiyan (CDC) piştî lêkolînên nû yên ser vîrusa korona karanîna maskeyan pêşniyaz kiriye.

Trump da zanîn ku karanîna maskeyan ne mecbûrî ye û got ku ‘’Ez bawer nakim ezê maskeyê bidim ber rûyê xwe.’’

Wî da zanîn ku CDC maskeyên tibî pêşnîyaz dike û divê ew wan maskeyan bidin karmendên saxlemîyê.

Yek ji karbidestên saxlemîya bîragiştî Jeroma Adams dîyar kir ku delîlên nû yên nîşan didin ku gelek pêketîyên vîrusa korona ti semptoman raber nakin û vîrusê belav dikin, kirine ku ew ser maskeyan biryareke wisa bidin.

Adams da zanîn ku kesên maskeyan didin ber rûyê divê berê destê xwe bişon.

XS
SM
MD
LG