Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Banga Karanîna Maskan Dike


Maska di destê Trump de

Serokê Amerîka Donald Trump bang li hemwelatîyan kir ku dijî vîrusa korona maskan bidin ber rûyên xwe.

Trump dîyar kir ku karanîna rûberkan dê bandorê li rewişa heyî bike û da zanîn ku hemwelatî dikarin bi karanîna wan welatperwerîya xwe nîşan bidin.

‘’Ji maskan hez bikin yan hez nekin, bandorên wan hene û pêdivîya me bi hemî cureyên bandoran heye,’’ Trump got.

Wî di preskonferansa vîrusa korona de, ku ji meha Nîsanê vir ve cara pêşî li dar ket, ji berîkê xwe maskek derxist, lê neda ber rûyê xwe.

Serok Trump, ku heta niha kêm caran rûberk daye ber rûyê xwe, bo maskan gotibû ku ‘’ne hîjyenîk în’’ û dijî karanîna wan derketibû.

Medya Amerîkî dide zanîn ku şîretvanên Trump jiber zêdebûna pêketîyên nû yên vîrusa korona ji wî xwestine ku sîyaseta xwe ya ser maskan biguherîne.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Amerîka pirtir ji 3,9 kes bi vîrusa korona ketine û 142,066 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG