Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Ser McCain Daxuyanîyeke Nivîskî Belav Kir


Serokê Amerîka Donald Trump, du roj piştî mirina Senatorê Komarî John McCain daxuyanîyeke nivîskî belav kir.

Trump, ser nedana daxuyanîyeke xurt derbarê McCain hatibû rexne kirin.

Trump ser John Mccain got ku ‘’Tevî ku em di sîyasetê de ji hev cûda difikirin jî, ezê rêzê li xizmetên wî yên bo welêt digirim.’’

Serok Trump, piştî mirina McCain ji Twitterê bo malbata wî sersaxî nivîsîbû bû lê ser xizmetên senatorê Komarê ti tişt nenivîsîbû.

Trump da zanîn ku heta McCain were binaxkirin dê alayên Amerîka heta nîvî daxistî bin.

Bo McCain dê roja Înê li Kongresa Amerîkî merasîmek pêk were. Trump dîyar kir ku wî ji cîgirê xwe Mike Pence xwestîye ku di wê merasîmê de axaftinekê bike.

Trump da zanîn ku ser daxwaza malbata McCain dê termê senator ji Arîzona bi maşîneya leşkerî bînin Washingtonê û li Annapolîsê bi alîkarîya bandoya leşkerî merasîmek li dar keve.

Li gor daxuyanîya Qesra Sipî, li ser navê rêvebirîya Trump dê Sekreterê Giştî yê Qesra Sipî John Kelly, Wezîrê Berevanî Jim Mattis û Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî beşdarî merasîma cenazeyê bibin.

XS
SM
MD
LG