Lînkên eksesibilîtî

Trump Rexneyên Xwe yên Dijî McConnell Didomîne


Trump û McConnell

Serokê Amerîka Donald êrîşên xwe yên gotinan li hember Mitch McConnell, rêberê Komarî yê Civata Senatoran, berdewam dike.

Trump ji hesaba xwe ya Twitterê nerazbûna xwe li dijî McConnell dîyar kir ku heta niha nekarîye qanûna ku bîma saxlamîya Obama, ku wek Obamacare tê zanîn, pûç dike, ji Kongresê derbaz bike.

Trump roja Çarşemê û Pêncşemê bi jimareke twîtan torebûna xwe li hember McConnell ragihand.

"Senator Mitch McConnellgot ku bendewarîyên min yên pir mezin hene. Ez ne di wê bawerîyê de me. Piştî 7 salên gotinên Pûçkirin û Pêguhertinê, çima ew nayên kirin?"

Hêjayî balkişandinê ye ku McConnell rexne li Trump kiribû û gotibû ku derbarê bîma saxlemî de bendewarîyên pir mezin yên Trump hene û ew fem nake ku derbazkirina qanûnên wiha çiqas dijwar in.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG