Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dê Serdana Sînorê Amerîka û Meksîko Bike


Berdevika Qesira Sipî Sarah Huckabee Sanders ragihand ku Serok Donald Trump dê roja Pêncşemê serdana sînorê Meksîko bike.

Sanders dîyar kir ku Trump dê di serdanê de bi pêşengên ewlekarîya neteweyî û kêşeyên mirovî re kom bibe.

Wê da zanîn ku ewê di demeke nêz de derbarê serdanê pirtir agahîyan bidin.

Trump dîyar dike ku divê bo ewlekarîyê li sînorê Meksîko dîwar were ava kirin, lê jiber ku ser avakirina wê lihevkirin tune, hin beşên hikûmeta Amerîkî girtî ne.

Demokrat û Komarî ser vekirina hikûmetê danûstandinan didomînin, lê hîn ser vebûna beşên girtî yên hikûmetê ti nîşan çênebûna.

Li ber e ku Seroka Civata Nûnera Nancy Pelosi hefteya pêş bo vekirina daîre û wezaretên girt hewil bide ku bernivîsan bide pejirandin.

XS
SM
MD
LG