Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump, Ser Sîyaseta Koçberîyê Merkelê Rexne Dike


Serokê Amerîka Donald Trump di Fox Newsê de, sîyaseta penaberan ya Serokwezîra Almanya Angela Merkel rexne kir.

Li ser pirsa ‘’Li gor te Serokwezîra Almanya Angela Merkel yan Serokê Rûsya Vladimir Putin berjwendîyên welatê xwe çêtir temsîl dike?’’, Trump got ku ‘’Angela Merkel, berî ku destûrê bide bi mîlyonenan kes ku bikevin hindurê Almanya superstar bû, lê vê yekê ew birîndar kir''

Trump dîyar kir ku Merkel ''rêbereke ku di hilbijartinan de têk nediçû bû.'' lê jiber ku wê destûr daye bi mîlyonan kes ku werin, ew bi giranî birîndar bûye.

Trump da zanîn ku ew naxwaze ku bêje Putin yan Merkel baştir e yan ne baştir e, lê Merkel di mijara koçberîyê de ‘’pir birîndar’’ bûye.

Trump bi berdewamî dîyar kir ku sîyaseta koçberîyê ya rêberên Ewrupî, çanda Ewrupa xirab kiriye.

Serokê Amerîka da zanîn ku li herêma Ewrupa rêjeya tawanan bilind dibe û divê demûdest çareserîyerek were dîtin.

Trump dîyar kir ku li cîhanê di mijara sîyaseta koçberîyê de welatê herî xirab Amerîka ye û da zanîn ku divê li welatê wî jî bo koçberîyê qanûnên tund çêbin.

XS
SM
MD
LG