Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Îro bi Rêberên Komarî yên Michiganê re Dicive


cxvbnm
cxvbnm

Serokê Amerîka Donald Trump îro bi rêberên Komarî yên eyaleta Michiganê re, li Qesira Sipî dicive ku encamên hilbijartinê yên wê istanê gotûbêj bike.

Kempeyna Trump bawer dike ku di hilbijartina wê eyaletê de nerêkûpekî hatine kirin û divê ecncamên heyî neyên pejirandin.

Sidney Powell, parêzera Serok Trump ji kanala Fox Business TV re got ku divê encamên hemê eyaletên biryarder (swing states) werin guhertin.

”Divê qanûndanerên wan istanan misoger bikin ku delegeyên Desteya Hilbijaran piştevanên Trump bin,”

Berbijarê Demokrat Joe Biden ku ji alîyê torên medyayî yên Amerîkî wek serfirazê hilbijartinê hatibû ragihandin, hazirî dike ku di 20’ê Rêbendanê de rûne ser kursîya seroktîyê.

Lê, berbijarê Komarî Trump red dike ku encamên hilbijartinê qebûl bike û îdia dike ku di hilbijartinê de hîle û sextekarîyên berfireh hatine kirin.

XS
SM
MD
LG