Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Amerîkî Îdia Dike ku Trump Dê Mueller ji Biqewitanda


Medya Amerîkî ragihand ku Serokê Amerîka Donald Trump ferman daye ku Robert Mueller were qewitandin, lê paşê ew ferman vekişandiye.

Serok Trump nûçeyên ser qewitandina Mueller, ku vê gavê îdiayên maytekirina Rûsya li hilbijartina Amerîka ya 2016’an vedikole, red kirin.

New York Times û Washington Post ji zarê jêderên ku navên xwe eşkere nekirin dîyar kir Trump di Hezîrana 2017’an de fermana qewitandina Mueller daye, lê Şêwirmendê Hiqûqê yê Qesra Sipî Don McGhan dijî vê biryarê derketîye.

Li gor her du rojnameyan McGan ji Trump daye zanîn ku ger Mueller were qewitandin ewê karvekişîna xwe bide.

New York Times da zanîn ku fermana qewitandina Mueller ewê ‘’bobelat’’ bi serê rêvebirîya Trump de bianîyana.

Rojnameyê dîyar kir ku ser gefa karvekişînê ya McGhan, Trump dev ji qewitandina Mueller berda.

Serok Trump li New Yorkê ser îdiayên her du rojnameyan got ‘’Nûçeyên derew in ew derew. Nûçeyên klasik yên derew yên New York Timesê’’

Parêzerê Trump Ty Cobb ji AFP’ê re dîyar kir ku jiber rêza bo şêwirmendê hiqûqê û peyevajoyê ewê niha ti şiroveyan ser vê mijarê neke.

Trump di meha Tebaxê de ji rojnamevanan re gotibû ku ew bi ti awayî qewitandina Mueller nafikire.

XS
SM
MD
LG