Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Pirsên Mueller yên Ser Vekolîna Rûsya Dibersivîne


Serokê Amerîka Donald Trump, pirsên Robert Mueller, ku dozgerê taybet yê vekolîna Rûsya ye, bi awayekî nivîskî bersîvandin.

Trump li Qesra Sipî ji rojnamevanan re da zanîn ku ne parêzeran, lê wî bi xwe pirs bersîvandin.

Wî da zanîn ku bê ku zordarî bikişîne, pirs bi hêsanî bersîvandine.

‘’Ger kesên nêtên wan xirab hebin, gava hûn pirsan dibersîvinin divê hûn baldar bin’’ Trump got.

Trump û tîma wî ya hiqûqê ser awayê dayîna îfadeya bo vekolîna Rûsya ew demek e danûstandin dikirin.

Mueller îdiayên ser ‘’hevkarîya Rûsya û Trump ya dema kempeyna hilbijartinê’’ vedikole.

Trump dîyar dike ku dema kempeyna hilbijartinê wî û Rûsya bi ti awayî hevkarî nekiriye.

XS
SM
MD
LG