Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump ji Encama Rapora Mueller Razî Ye


Serokê Amerîka Donanld Trump, piştî eşkerebûna rapora dozgerê taybet Robert Mueller ji Twitterê razîbûna xwe ya ser encamê nivîsî.

Mueller, ku îdiayên ser maytekirina Rûsya li hilbijartinên Amerîka yên sala 2016’an vedikola, di rapora xwe de dîyar kiribû ti delîla ku hevkarîya Moskow û Trump nîşan dide dide.

‘’Peymana bi dizî tune, astengkirin tune, bi temamî pakbûn heye’’ Trump di Twitterê de nivîsî.

Cîgirê Berdevikê Qesira Sipî Hogan Gidley jî da zanîn ku kêfa Trump ji encama raporê re hatiye û dîyar kir ku ew ji encamê razî ne.

Mueller, piştî vekolîna du salan roja Înê rapor ji Wezareta Dadê re şandibû.

Di vekolînê de 6 ji kempeyna hilbijartinê ya Trump dijî 34 kesan îdianame hatibû hazir kirin.

XS
SM
MD
LG