Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Ser Muşeke Koreya Bakur Got ku ''Emê Çareser Bikin''


Koreya Bakur piştî du meh careke din muşekeke baslîstîk firand. Serokê Amerîka Donald Trump ser vê bûyerê got ku ‘’Emê çareser bikin’’

Trump li Qesra Sipî ji rojnamevanan re got ku ‘’Emê vê mijarê çareser bikin.’’

Serok Trump hûrgilîyên qesta vê gotina xwe neda.

Pyongyangê cara dawî di Îlonê de muşekek ceribandibû.

Wezareta Berevanî ya Amerîka dîyar kir ku muşek bi qasî 1000 kîlometre çûye û li Derya Jopon ketîye xwarê.

Berdevka Qesra Sipî Sarah Sandar jî dîyar kir ku hîn dema ku muşek li esmên bûye Serok Trump hatiye agahdar kirin.

XS
SM
MD
LG