Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Dibêje Ewê Biryara Ragihandina Rewşa Awarte ya Netewî Îmza Bike


Serokê Amerîka Donald Trump îro li Bexçeya Gulan (Rose Garden) ya Qesira Sipî got ku ewê biryara rewşa awarte ya netewî ragihîne da ku ew bikare bo avakirina dîwarê ser tixubê Meksîko diravan peyda bike.

"Ezê rewşa awarte ya netewî îmza bikim ku berê jî pir caran, bi wî awayî ji alîyê serokên berê ve hatibû ragihandin. Ji sala 1977’an vir ve serok rewşa awarte ya netewî radigihînin û ew ti car nebûbû pirsgirêk.”

Serok Trump got ku sedema ragihandina wî ya rewşa awarte ya netewî pêşîgirtina anîna madeyên hişbir, qaçaxcîtîya microvan û şerê kesên krîmînmal û hemî cure çeteyan e.

"Em tixubê xwe kontrol nakin. Emê krîza ewlekarîya netewî ya li ser sînorê xwe yê başûr çareser bikin. Bi çi awayî dibe, bila bibe, emê vê pirsgirêkê çareser bikin.”

XS
SM
MD
LG