Serokê Amerîka Donald Trump piştgirî da gotinên Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu yên dijî Îranê.
Netanyahu dîyar kiribû ku rêvebirîya Îranê ser çekên navokî derewan dike.
Trump di daxuyanîya li Qesra Sipî de, ku bi Serokomarê Nîjerya Muhammadu Buharî re li dar xist, pirseke ser gotinên Netanyahu yên dijî Îranê bersîvand.
Serok Trump da zanîn ku bûyerên li herêmê nîşan didin ku Netanyahu di mijara Îranê de 100 ji sedê mafdar e.
Trump dîyar kir ku wî beşeke axaftina Netanyahu temaşe kiriye û ecibandiye. Wî, di ser ceribandina muşekan re da zanîn ku Îran nasekine.
Trump ser îdiayên vekişîna ji peymana navokî ya sala 2015’an ti agahîyeke zelal neda û got ku ‘’Emê bibînin ka çi diqewime’’