Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump bi Peyamekê Cejna Newrozê Pîroz Dike


Newroza Amedê
Newroza Amedê

Serokê Amerîka Donald Trump îro Sêşemê peyameke taybet weşand û Newroza hemî kesên ku vê cejnê girîng dibînin, pîroz kir.

Trump got ku koka Newrozê digeheje Îranê û împarator Darayê Mezin ji xwedê xwest ku Îranê ji artêşên dijmin, hişksalî û ji derewan biparêze û îro Nobedarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) wan her sê pêk tînin.

“Gelê Îranê, tevî giwaştin û zordarîyan, jibo mafên xwe dijî rejîmê şer dike. Ew li benda biharekê hevîyê ye û Amerîka di daxwaza gelê Îranê bi girêdana bi cîhanê re û xwestina hikûmeteke berpirsane ku bi rekûpêkî xizmeta berjewendîya wê bike de, li kelêka gelê Îranê ye.“

Trump bi bîr xist ku hikûmeta Amerîkî hemî gavên pêdivî davêje ku bi berdewamî piştgirîya gelê Îranê bike û hesaba kiryarên Nobedarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ji wê bipirse.

“Ez li ser navê gelê Amerîka hêvî dikim ku di vê Cejna Newrozê de ronî li hember tarî bi ser keve û Newroz Pîroz be!”

XS
SM
MD
LG