Serokê Amerîka Donald Trump, piştî sonda seroktîyê cara yekê diçe New York’ê ku hêzên ewlekarîyê, jiber protestoyan li wî bajarî tedbîrên berfireh sitandine.
Li ber bû ku Serok Trump biçûya Trump Towerê, lê jiber xwepêşandanên zêde yên li pêş avahîyê, bernameya wê derê hat guherandin.
Serok Trump dê beşdarî merasîmeke Muzeya Derya ya Interpid bibe û di gemîyeke firokan ya Interpid de bi Serokwezîrê Avusturalya Malcom Turnbull re bicive.
Jiber tedbîrên ewlekarîyê yên zêde New Yorkî nerazîbûnên xwe nîşan didin.
Tê ragihandin ku jibo ewlekarîya Xanima Yekê Melania Trump û kurê wê Baron, Şaredarîya New Yorkê heta niha 24 mîlyon dolar xerc kiriye.
Li gor butçeya nû, jibo parastina mala Trump ya li Florida û Trump Tower tev 61 mîlyon dolar hatiye rakirin.