Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Divê Xelata Aştîyê ya Nobelê Bidin Min


Serokê Amerîka Donald Trump îdia kir ku xelata aştîyê ya Nobelê bi awayekî durist nayê dayîn.

Trump li New Yorkê dîyar kir ku jiber ‘’gelek kar’’ên wî kirine divê xelata aştîyê ya Nobelê bidine wî.

Wî bi bîr xist ku Serokê Berê yê Amerîka Barack Obama dema dest bi kar kiriye xelat sitandiye.

‘’Wî nizanibû çima ew xelat dane wî. Hûn dizanin? Ez jî tenê di vê mijarê de wek wî difikirim’’ Trump got.

Komarîyên Amerîkî dibêjin ku Amerîka û Koreya Bakur bi rêka Trump jinûve dest bi hevdîtinan kirine û dîyar dikin ku divê ew xelata aştîyê bistîne.

Xêncî Obama, ji serokên Amerîka, Theodore Roosevelt, Woodrow Wilson û Jimmy Carter jî xelata aştîyê ya Nobelê sitandibûn.

XS
SM
MD
LG