Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump ji Cîhanê Dixwaze ku Îranê Tenê Bihêlin


Serokê Amerîka Donald Trump îro di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de axafinek kir û li ser jimareke babetan peyîvî.

Trump di axaftina xwe de rêberên Îranî bi reşandina tovên kaos, kuştinkarî û malwêranî tawanbar kir û bang li cîhanê kir ku "danûstandin bi rejîma Îranê re neke, heta ku ew êrîşkarîya xwe bidomîne.”

Trump bi berdewamî got ku Îran rêz li cîranên xwe, li tixubên cîranên xwe û serwerîya dewletên din nagire.

“Rêberên Îranî dewlemendîya welêt ji xwe re bi kar tînin û li seranser Rojhiilata Navîn û herêmên din kêşe û alozî belav dikin.”

Trump careke din dîyar kir ku peymana navokî ya serdema Obama, hêlaye ku Îran budceya xwe ya leşkerî 40 ji sedê pirtir bike û piştgirî li terorîzm, tevlihevî û kuştinkarî li Yemenê û Sûrîyê bike.

Serok da zanîn ku rêvebirîya wî meha borî, toleyên aborî yên xurt jinpve danane ser Îranê, ku ji alîyê rêvebirîya Obama ve hatibûn rakirin.

Wî bi bîr xist ku di 5'ê Mijdarê de û pê ve dê pirtir tole li dijî Îranê werin ragihandin.

"Em nikarin rê bidin dewleta herî mezin ya piştevana terorê ku bibe xwedîyê herî xeter ya cîhanê. Em nikarin rê bidin wê rejîmê ku sloganên “mirin ji Amerîka re” diqire û Îsraîlê bi tunekirinê tehdît dike.”

XS
SM
MD
LG