Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dê ji Oklahoma Dest bi Mîtîngên Hilbijartinê Bike


Serokê Amerîka Donald Trump li Qesira Sipî dîyar kir ku ewê di 19’ê Hezîranê de li Tulsa ya Oklahoma jinûve dest bi mîtîngên hilbijartinê bike.

Trump herî dawî di 2’ê Adarê de mîtînga hilbijartinê li dar xistibû û wî jiber vîrusa korona ew mîtîng rawestandibûn.

‘’Oklahoma di têkoşîna dijî vîrusa korona de karekî rind kir. Emê mîtînga pêşî di 19ê Hezîranê de, roja Înê li wir çêkin’’ Trump got.

Wî da zanîn ku ewê mîtîngan li Florida, North Carolina û Arizona bidomîne.

Hilbijartina seroktîyê ya Amerîka dê di 3’ê Mijdarê de li dar keve li hember Trump yê Komarî dê berbijarê Demokratan jî Joe Biden be.

XS
SM
MD
LG