Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Beşdarî Merasîma li Orşelîmê Nabe


Serokê Amerîka Donald Trump û Cîgirê Serok Mike Pence dê beşdarî merasîma vekirina balyozxaneya Amerîka li Orşelîmê nebin.

Qesra Sipî ragihand ku Serok Trump dê şandeyeke payabilind bişîne merasîmê.

Di şandeyê de, ku Cîgirê Wezîrê Derve John Sullivan dê pêşengîya wê bike, Wezîrê Darayî Steven Mnuchin, keça Serok Trump, Ivanka Trump û mêrê wî Jared Kushner hene.

Trump dabû zanîn ku dibe ku ew bi xwe beşdarî merasîmê bibe.

Trump di Berfanbara 2017’an de dîyar kiribû ku ewê balyozxaneya ji Telavîvê bibin Orşelîmê û ser vê bryarê rêberên Filîstinê û civaka navneteweyî dijî biryara Trump bertek nîşan dabûn.

XS
SM
MD
LG