Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump li Pennsylvania Rexneyên Giran li Biden Dike


Serok Trump
Serok Trump

Serok Donald Trump li pêş avahîya kompanîya Mariotti ya li bajarê Old Forge ya Pennsylvania, ji sedan alîgirên xwe re axifî û hevrikê xwe yê Demokrat Joe Biden kir armanc.

Trump, hevrikê xwe Biden jibo baca bilind, ewlehîya sînorê lawaz, bêkarî ya di dema rêvebirîya Obama û Biden de, qanûna bîma sexlemîyê ku wek Obamacare tê zanîn û di derê pirtir mijaran de tawanbar kir.

"Ev çar sal in, em dixebitin ku xelatî û xiyanetên Biden rast bikin û bo gelê Pennsylvania serketinên dîrokî pêşkeş bikin. Eyaleta we dema ku Biden cîgirê serok bû zêdetirî 50.000 karên çêkirinê hinda kirin, di sê salên rêvebirîya min yên pêşîn de, me 14000 kar peyda kirin,” Trump got.

Wî bal kişand ser destketinên xwe yên wek rewşa aborîyê, rêjeya baca kêm û rêjeya bêkarî ya civakên kêmanîyan, helwesta sînor û awayê ku ev peyvajoya COVID-19 rêve dibe.

Trump ragihand ku ew nafikire ku Biden di rêka kempeynê de xwedîyê heza xurt e û jibo seroktîyê kêrhatî û hêja ye.

Serok trump dibêje ku ew dikare vê Mijdarê de dîsa eyaleta Pennsylvania, ji encama çar sal berê baûtir, bi rêjeyek bilindtir qezenc bike û serketî be.

XS
SM
MD
LG