Serokê Amerîka Donald Trump, piştî gera xwe ya li Rojhilata Navîn do Sêşemê derbasî Roma ya paytaxta Îtalya bû.
Jiber serdana Trump, li Vatîkan û Balyozxaneya Amerîka tedbîrên ewlekarîyê yên berfireh hatin sitandin.
Trump û Papa Françis îro Çarşemê kom dibin ku her du ser mijarên wek polîtîkayên koçberan û guherînê îqlimê cûdabîr in.
Serok Trump, piştî hevdîtina bi Papa Françis re dê bi Serokomarê Îtalya Sergio Mattarella û Serokwezîrê Îtalya Paolo Gentiloni re bicive.
Trump ewê gera xwe ya Ewrupa li dû hilcivîna NATO ya li Brukselê bi hilcivîna G-7 ya Sîcîlya bi dawî bike.