Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron li Parîsê kom bûn.
Her du serok di civînê de ser kêşeyên Sûrîye, Îraq, Rojhilata Navîn, têkoşîna li dijî terorê, Peymana Îqlimê ya Parîsê axifîn.
Trump û Macron, piştî civîna li Qesra Elysee preskonferanseke hevpar li dar xist.
Macron dîyar kir ku li Sûrîyê, armanca wan ya sereke qedandina komên terorîst e.
‘’Divê em çareserîyereke sîyasî ya berfireh bibînin. Jiber vê yekê, daxwaza Fransa ya li pêş ne çûyîna Beşar Esad e’’ Macron got.
Trump jî da zanîn ku Fransa, hevalbenda Amerîka ya kevn e, ew ji Parîsê hez dike û dixwaze careke din were wî bajarî.
Serok Amerîka, di axaftina xwe de pesna Macron da û dîyar kir ku ewê welatê xwe bi awayekî baş birêve bibe.
‘’Serokomarekî we yê pir rind heye. Ew di heman demê de rêberekî pir zor e jî. Hebûna wî, jibo kesên ku qanûnan binpê dikin û bala wan li ser tûndûtûjîyê ye dê çetin be.’’ Trump got.
Trump dê îro Înê, bi Macron re beşdarî merasîma Roja Neteweyî ya Fransa bibe. Di vê merasîmê de, dê leşkerên Fransa û Amerîka bi hev re bimeşin.