Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje ku Ewê Partîyeke Nû Ava Neke


Serokê berê yê Amerîka Donald Trump piştî seroktîya xwe cara pêşî li Orlando derket pêş kamerayan.

Trump di Konferansa Tevgera Sîyasî ya Konservatîf de ser yekîtîya Komarîyan axifî.

‘’Hîn rêwîtiyeke wisa serketî çênebûye. Me çar salên berê bi hev re da destpê kirin û ew rêwîtî hîn bi dawî nebûye. Ez dixwazim bibêjim ku ezê ligel we têkoşîna xwe bimeşînim’’ Trump got.

Wî dîyar kir ku ewê partîyeke nû ava neke û ewê li dor Partîya Komarî bi awayekî xurttir bicivin.

Rojnameya Wall Street Journal di rojên borî de ragihandibû ku Trump bi şêwirmendên xwe re ser avakirina partîyeke nû axifîye û îdia kiribû ku navê partîyê dê ‘’Partîya Welatperwer’’ be.

Trump di axaftina xwe de Serok Joe Biden jî rexne kir û dîyar kir ku li gor performansa wî ya meha pêşî ew ‘’serokê herî xirab yê Amerîka ye.’’

Wî da zanîn ku kempeyna hilbijartinê ya Biden ‘’bi derewan dagirtî’’ bûye û got ku tevî wan dizanibûye ku dê rêvebirîya Biden xirab be, wan bi qasî ya ew niha dibînin xeyal nekiriye.

XS
SM
MD
LG