Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Îşev Berbijarîya Partîya Komarî Dipejirîne


Serokê Amerîka Donald Trump, ku berbijarê Partîya Komarî yê seroktîya Amerîka ye, îşev axaftina qebûlkirina berbijarîyê dike.

Li ber e ku Trump ji baxçeyê Qesira Sipêî axaftina pejirandina namzedîyê pêşkêş bike.

Di kongreya Partîya Komarî de ku roja Duşemê destpê kiribû, delegeyan di roja yekê ya kongreyê de, Serok Trump bi yekdengî wek kiribûn kandîdê partîya xwe.

Trump piştî qebûlbûna berbijarîya wî ji delegeyan re peyîvîbû û spasîya wan kiribû.

Tevî ku kongreya Partîya Komarî li bajarê Charlotte didome, jiber pandemîya korona rêberên sîyasî û nûnerên navdar ji Washington û bajarên din beşdarî kongreyê bûbûn.

Hêjayî gotinê ye ku Kongreya Komarîyan îşev bi peyam û axaftinan bi dawî dibe û do kongreyê de qîza Serok Trump, Ivanka Trump ku di heman demê de şîretvana wî ya serekî ye, bipeyîve.

Dîsa, Rêberê Piranîya Komarî ya Civata Senatoran Mitch McConnell û parêzerê taybet yê serok, Rudy Giuliani jî di şeva dawîyê de bipeyîvin.

XS
SM
MD
LG