Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dîyar Dike ku Nancy Pelosi Serketineke Mezin bi Dest Xistîye


Berdevka Qesira Sipî Sarah Sanders bi awayekî neragihandî ji Twitterê dîyar kir ku dê brîfîng çêbe û di demeke kin de brîfînga surprîz li dar ket.

Sanders, di odeya brîfîngê de ji ser dikê dora axaftinê da Serok Trump.

Bi vî awayî Tump cara pêşî di odeya brîfîngê de xuya bû.

Trump, Nancy Peolosi ya Demokrat, ku bû Seroka Civata Nûneran pîroz kir.

‘’Ew serketineke mezin e, ez hêvî dikim ku em dê tev bixebitin û tev gelek tişan çêkin’’ Trump got.

Trump dîyar kir ku Demokrat û Komarî nûkirina binesazîyê jî di nav de ser gelek mijaran li hev bikin.

Piştî brîfîngê, Trump nexwest ku pirsên rojnamevanan bibersîvîne.

XS
SM
MD
LG