Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Gerên Nancy Pelosi Betal Dike


Trump û Nancy Pelosi
Trump û Nancy Pelosi

Serok Donald Trump ‘’jiber kêşeya budçe’’ ya ku nêzî mehek e didome gerên li derveyî welêt yên Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi taloq kirin.

Trump bi nameyekê ji Pelosi re da zanîn ku wî gerên wê yên ber bi Bruksel, Misir, û Afganistanê ji demên pêş re taloq kirine.

Wî, daxwaza Pelosi û şandeya wê ya bo karanîna firoka leşkerî red kir û dîyar kir ku Pelosi ger bixwaze dikare bi firokên sivîl bikar bîne.

Trump herwiha da zanîn ku şandeya Amerîkî dê beşdarî Foruma Aborîya Cîhanî ya li Davosê jî nebe.

XS
SM
MD
LG