Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demokrat Dixwazin Erka Trump Were Bisînorkirin


Sîyasetvanên Partîya Demokrat, jiber ku bêyî şêwra kongresê fermana kuştina Generalê Îranî Qasim Silêmanî daye, dixwazin erka Donlad Trump were bisînorkirin.

Ji Civata Senatoran du berpirsîyarên ji Partîya Demokratan bang kirin ku Trump divê egerên kuştina Silêmanî ji raya giştî ya Amerîka re eşkere bike.

Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi jî operasyona bi ser Silêmanî "Bi fîtne û Bêpîvan" binav kir.

Pelosî daxuyakirin hefta pêş ewê pêşnûmayek erê bikin ku bi wê erka Serok Trump bi sînor dibe ku pêşî li biryarên operasyonên leşkerî bi ser îranê bê girtin.

Pelosî îda kir Trump li ser jiyana welatîyên Amerîkî xetereyan çêdike.

Belgeyên sedema fermana kuştina Silêmanî nepenî ye û hê jî ji raya giştî re eşkere nebûye.

Çaverêye ku Serok Trump roşa Çarşemê li ser sedemên biryara kuştina Silêmanî agahîyan bide Senatoyê. Herwiha Wezîrê Derve Mike Pompeo, Wezîrê Bervanîyê Mark Esper, Seroka CİA Gİna Haspel û Sererkan Mark Milley jî roja Çarşemê jibo senatoran rûniştina agahdarîyê dê lidarbixin.

Desthilatîya Trump operasyonê diparêze lê ji Partîya Demokratan hin sîyasetvan bawer dikin ku planek demdirêja ya Trump li ser Rojhelata Navîn nîne.

XS
SM
MD
LG