Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Dibêje Pence Ne Wêrek E


Donald Trump
Donald Trump

Serokê Amerîka Donald Trump ser Twitter ragihand ku Cigîrê wî Mike Pence bê cesaret e.

"Mike Pence ne xwedîyê cesaretê bû ku tiştê bo parastina welatê me û Qanûna Bingehîn bike, ku derfeteke bide eyaletan ku rastîyan serrast bike, ne yên sexte yan nerast yên ku ji wan berê hatibû xwestin. Amerîka rastîyê dixwaze! "

Hevdem, di navbera xwepêşanderên ku bo piştvanîya Trump li Washington in ku dixwazin têkevin hindurê Senatoyê pevçûn didomin.

Polîsan bi karanîna gazên dûmanê hewldan ku girseyên xwepêşandanan bidin sekinan din, lê dîsa jî komek piçûk ketin hindurê avahiya Kongresê.

Derîyên avahîya Kongresê jî hatin girtin. Di agahdarîyeke ya Polîsê Congresê ya Amerîka hatîye qedexe kirin.

“Ji pencereyên derve, derîyan dûr bisekinin. Heke hûn li derve bin, li cîheke ewle bigerin," di daxuyanîya polîsan de hate gotin.

Şaredara Washington DC Muriel E. Bowser jiber bûyeran ku her diçe aloztir dibe, li seren serê bajar qedexeya derketina derve dîyar kir.

Qedexe ewê ji 6'ê evara îro Çarşemê heya 6'ê evara Pêncşemê berdewm bike.

Hevdem, şaredar Bowser got ku ewê nehêlin ku ti kesê li bajêr derkeve derve, di nav wan de kesên ku bi otomobîl, bisîklet an wesayetîyeke din yan li heremeke geleri li ser her rêyek bajêr an li cîhek gelemperî jî heye.

Di daxuyanîya şaredarîyê de hat ragihandin ku Xebatkarên bîyanî û yên ku diçin karê bingehîn dikarin derkevin derve.

Herwiha Trump li ser Twitterê got divê xwepêşandar alîkarîya karbidestên ewlehîyê bikin.

"Ji kerema xwe re alîkarîya polîsên Kongresê dikin. Ew bi rastî alîgirê welatê me nin," Trump nîvîsand.

XS
SM
MD
LG