Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Di Ceribandinên Perpûneke Din de Qonaxa Dawî Destpê Dike


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku piştî perpûna vîrusa korona ya Moderna, ewê perpûneke din jî di çend rojan de derbazî qonaxa dawî be.

Trump li Carolina Bakur serdana navendeke bîyoteknolojî kir û ser xebatên bo perpûnên vîrusa korona axifî.

‘’Di ceribandina perpûna vîrusa korona ya duyê de ewê di çend rojan de qonaxa dawî destpê bike.’’ Trump got.

Wî bal kişand ku xebatên bo perpûnên vîrusan pirtir ji salekê diajon û got ku dibe ku ew perpûnên herî zûtir werin dîtin bin.

Serokê Amerîka dîyar kir ku ewê di nêz de perpûna vîrusa korona bibînin û wê vîrusê têk bibin.

Trump di axaftina xwe de bo vîrusa korona careke din got ‘’vîrusa Çînê’’

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Amerîka pirtir ji 4,2 kes bi vîrusa korona ketine û 147,303 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG