Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku dibe ku perpûna vîrusa korona heta 3-4 hefteyan hazir be û ew wê berî hilbijartinên seroktîyê yên 3’yê Mijdarê belav bikin.
Trump di civîneke li Philadelphia de, ku kanala ABC NEWS birêve dibir, îdia kir ku ger rêvebirîya berê hebûya ewê çêkirina perpûna vîrusa korona bi salan biajota.
‘’Çend hefte mane ku em perpûna vîrusa korona bibînin. 3 yan 4 hefte’’ Trump got.
Serokê Enstîtuya Neteweyî ya Alerjî û Nexweşîyên Enfeksîyonî Anthony Fauci di rojên borî de ji CNN’ê re gotibû ku jimareke pisporên saxlemîyê bawer dikin ku perpûna vîrusa korona di Mijdarê de yan di Berfanbarê de hazir be.
‘’Dibe ku hin kes bifikirin ku perpûna vîrusa korona di Mijdarê de hazir be, lê ez wê pir pêkan nabînim’’ Fauci gotibû.
Serok Trump di axaftina xwe de berevanîya Amerîkîyên naxwazin maskan bidin ber rûyên xwe kir û dîyar kir ku pisporên wek Fauci di vê mijarê de fikrên xwe guherandine.
Trump jiber mîtîngên hilbijartinê yên li Nevada û hin eyaletên din tê rexne kirin.Fauci ser wan mîtîngan dibêje ku ‘’bêguman bi rîsk in’’
Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin li Amerîka pirtir ji 6,6 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 1995,942 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.