Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Kesên Zararê Didin Peykeran Dê 10 Sal Ceza Bistînin


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku kesên zararê didin peyker, bîrdarî û milkên federan dê 10 sal cezayê girtîgehê bistînin.

Trump da zanîn ku wî ser dayîna cezayan hikûmeta federal erkdar kiriye.

‘’Ew biryar ji niha ve destpê kiriye û dê dijî karên hovanê yên demên borî jî were karanîn.’’ Trump ji Twitterê nivîsî.

Piştî kuştina George Floyd, di protestoyên li Amerîka de, hin peykerên kesên ku bi koledarîyê re peywendîyên wan hene hatibûn şikênastin û rakirin.

XS
SM
MD
LG