Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Hevjîna Wî Melania bo Sersaxî Diherin Pittsburghê


Serokê Amerîka Donald Trump û hevjîna wî Melaniawê îro Sêşemê diherin bajarê Pittsburgh ya eyaleta Pennsylvania ku sersaxî ji 11 malbatên endamên civata Cîhû ya bajêr re bixwazin ku hefteya borî di êrîşeke kîndarî de hatibûn kuştin.

Hevdem, hin rêberên Cîhû daxwaz ji Trump dikin ku heta ew bi eşkereyî nîjadperestîya Sipîyan şermezar neke, nêzîkî wan nebe.

Qesira Sipî ragihand ku serok û xanima yekê dê serdana bajarê dîrokî Pittsburgh bikin ku "piştgirîya gelê Amerîkî bidin Pittsburgh û sersaxî ji malbatên qurbanîyan re bixwazin."

Serdana Trump piştî merasîma yekê ya qurbanîyên êrîşa roja Şemî tê ku du endamên sînagoga Dara Jîyanê (Tree of Life) hatibûn binax kirin.

Bajarvanê Pittsburgh Bill Peduto di hevpeyvîna CNN de bang li Trump kir ku serdana xwe ya bajêr paş bixe.

Wî got ku hatina Trump dê barekî giran li ser hêzên ewlekarîyê bike ku bi parastina merasîmên binaxkirinê mijûl in.

XS
SM
MD
LG