Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Demokratan Rexne Dike ku Pêşî li Pompeo Digirin


Serokê Amerîka Donald Trump îro Demokratan bi tundî rexne kir ku xuyaye ye rê li ber dîrektorê CIA Mike Pompeo digirin ku nebe wezîrê derve.

"Ez heyirî me ku kesên wiha Pêşîgir li dijî Mike Pompeo bisekinin ku ew nebe Wezîrê Derve. Demokratan bi sedan kesên ku li bendê ne, erê nakin ku Balyozê me yê li Almanya jî di nav wan de ye. Ew bi zanabûn peyvajoya erêkirina berbijarên min dirêj dikin ku tiştekî wiha nehatiye dîtin. Divê hejmara Komarîya zêdetir be.”

Di Komîteya Peywendîyên Derve ya Civata Senatoran de ku Komarî bi 11 beramber 10 dengan piranî ne, li ber e îro dengdan were kirin.

Hemî 10 endamên Demokrat û Senator Rand Paul yê Komarî ragihand ku ew dengê xwe nadin Pompeo ku bide dîplomatê herî bilind yê Amerîka.

Senator Paul dijberîya Pompeo dike jiber ku wî di 2003’an de piştgirî dabû dagirkirina Îraqê ku di dawîya wê de Saddam Huseyîn ji desthilatê hatibû ladan.

Trump çend roj berê peyamek şandibû Paul ku helesta wî nerm bike. “Paul mirovekî pir taybet e û wî ti car ez rûreş nekirime,” Trump gotibû.

XS
SM
MD
LG